NAVENDA NÛÇEYAN – Girseya ku êrişên li ser çanda kurdan bi govendê şermezar kir got: "Em dest ji vê dîlanê bernadin."

Bertekên li dijî girtina kesên ji ber govenda li ber stranên kurdî hatin girtin didomin. Welatiyên ku li gelek bajaran govend gerandin êrişên li ser ziman û çanda kurdî protesto kirin. 

EDENE

Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya DEM'ê li Parka Înonû daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta "Em bernadin vê dîlane" hat vekirin û dirûşmeyên "Bê govend têkoşîn bê azadî jiyan nabe" û "Bi govend û tililiyan em ê tecrîdê bişkênin" hatin berzkirin. 

Li ser navê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettin Aydemîr metna daxuyaniyê xwend. Aydemîr binçavkirinên hatine kirin şermezar kir û xwest kesên hatine girtin dmeildest bên berdan. 

Aydemîr di berdewama daxuyaniyê de pêvajoya navborî wekî "provakasyonê" wesifand û got ku kes nikare gelê kurd tüne bihesibîne. Aydemîr bilêv kir ku govend dîrok e, govend nasnameya gelê kurd e û got: "Hûn nikarin gelê kurd tüne bihesibînin. Em bernadin vê dîlanê." 

Piştî daxuyaniyê girse li ber erbaneyan govend gerand û binçavkirin û girtinan şermezar kir. 

ÎZMÎR

Şevkin: Yüzlerce araçla konvoy var ama okul servisi yok! Şevkin: Yüzlerce araçla konvoy var ama okul servisi yok!

DBP, DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Art Huner (Jin Art) li ber Îskeleya Vapûrê ya Konakê govend gerandin û êrişên navborî şermezar kirin. Gelek eks beşdarî çalakiyê bûn û girse bi yekdengî dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zext nikarin me bitepisînin" berz kirin. 

Çalakî bi strana "Ez Xelef im" û bi tilîliyan bi dawî bû. 

Kaynak: https://mezopotamyaajansi38.com/kr/HEM-NCE/content/view/249098