AMED – Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî ku di çarçoveya operasyona li dijî saziyên ziman de hat binçavkirin, hat girtin. 

Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî hatin binçavkirin. Her 30 kesên hatin binçavkirin, ji ber beyanên îtirafkar Umît Akbiyik û 2 şahidên veşarî yên li ser bi sedan kesî îfade dane hatin binçavkirin.

Çok sayıda bölge için sağanak ve kar yağış uyarısı Çok sayıda bölge için sağanak ve kar yağış uyarısı

Ji kesên hatin binçavkirin 28 kes serbest hatin berdan. Mamosteyê kurdî û Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Kaynak: https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/254162