WAN - Dengbêj Kazo yê ku tam 32 sal berê di şeva ku ji bo nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn hat lidarxistin de bi destê Mûsa Anter girtibû û bi hev re govend gerandibûn, wiha got: “Dema min ew dîmen piştî salan dît, pir pê êşiyam. Lê ji aliyê din ve ez kêfxweş bûm ku vî dîmenî ez û Apê Mûsa di govendê de aniye cem hev.”

Dîmenên Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di şeva ji bo nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn de sala 1992'yan hatibû organîzekirin li ber stranên Hozan Kazo govend digerand, ev dîmen beriya niha bi du salan li ser gelek hesabên medyaya dîjîtal hatin belavkirin û xelkê eleqeyeke mezin nîşanî dîmen dan. Di dîmenê ku cara ewil hatin weşandin ango belavkirin de dema Hozan Kazo stranên "Milîtan" û "Canê Canê" dibêje Apê Mûsa radibe milê Kazo û govendê digerîne. Hozan Kazo ku wê şevê stranan dibêje û bi Apê Mûsa re re govendê digerîne, behsa dîmenê 32 sal berê û hevnasîna xwe ya bi Apê Mûsa re kir. 

‘EW ROJNAMEVANEKÎ QELEMZÊRÎN BÛ’

Dengbêj Kazo, Apê Mûsa weke “Qelemzêrîn” pênase kir û da zanîn ku Mûsa Anter kesekî ku ji gelê xwe hez dikir, hemû zilm û zordariya gelê xwe bi pênûs û nivîsên xwe anî ziman bû. Kazo diyar kir ku ew bi xwendina nivîs û pirtûkên Anter mezin bûne. Kazo destnîşan kir ku nifşekî pirtûk û nivîsên Apê Mûsa xwendine ne û wiha got: “Tenê daxwaza min ew bû ku rojekê Kalê Mûsa sax bibînim. Ev daxwaza min çend caran pêk hat. Min sê caran di organîzasyonên ku Kalê Mûsa jî tê de cih digire, stran gotin. Pêşî ez beşdarî bernameya Newrozê ya ku di sala 1991’ê de li Stenbolê hat lidarxistin bûm. Bername li saloneke pir mezin hat lidarxistin û bi hezaran kes hatin. Kalê Mûsa li ber min derbas bû û got 'Ma tu ne Kazo yî?' Hevdîtina min a yekem bi wî re û dîtina wî ya ji nêz ve wê rojê bû. Axaftin û diyalogên wî yên bi gel re nîşan da ku ew çi nivîskar û rojnamevanekî mezin ê gelê xwe ye. Wê demê komeke me ya bi navê Koma Şîrvan hebû. Me kaseta xwe ya yekem derxistibû, piştî ku li kasêta me guhdarî kir ji me re got 'we ji birînên vî gelî re melhemek çêkir, ez hêvî dikim ku birînên vî gelî derman bike. Dengê te pir xweş e. Dibe ku nivîs were qedexekirin û şewitandin, lê stranên ku hûn dibêjin guh bi guh dê biçe û bigihije raya giştî. Deng ji dapîr û bapîran bi awayekî genetîkî digihêje zarokan'. Ev gotin ji bo me gelek bi qîmet bûn. Kalê Mûsa kesekî wisa dilsozê huner û şêwaza gelê kurd bû.”

‘ME HEMÛYAN JI WÊ XEZINEYÊ SÛD WERGIRT’

Kazo der barê ew dîmenê ku Apê Mûsa radibe dikeve milê wî govendê digerîne de jî kir û got: “Di şeva ku ji bo Mehmet Ûzûn hat lidarxistin de em hatin cem hev. Ev dîmen jî yên wê şevê ne. Gelek kes beşdarî wê şevê bûn. Ez jî li wir derketim ser dikê û min stran gotin. Wî gazî min kir û got, ‘ji ber te hemû jiyana min ji ber çavên min re derbas bûn. Te melhem li birînên min da’. Dema min li wir stran digot, Apê Mûsa gelek kêfxweş bû. Paşê derket ser dikê, gazî min kir û me bi hev re govend gerand. Dîmen kurt bûn, ji ber ku Kalê Mûsa dilîze, gelek kesên li wir hatin govend gerandin. Piştî wê şevê, wê di pirtûkek xwe de behsa ‘makyajê’ bike. Li min geriya û xwest hînî kurdiya peyva ‘makyaj’ bibe. Min jê re got wateya ‘makyajê’ bi kurdî ‘Şitaw’ e. Wî spasiya min kir û di gotarek xwe de nivîsand. Hevdîtina me ya sêyemîn li Sînemaya Dîlan a Amedê bû. Paşê şehîd ket. Apê Mûsa kesekî ku gel, çand, ziman, huner û xwe nas dikir bû. Helbet nivîs û ramanên wî jî, ji bo me dengbêjan bûn îlham. Me hemûyan ji vê xezîneyê sûd wergirt, wî jî ji dengbêjan sûd wergirt.”

‘DIVÊ HER KURDEK BI RÊZDARÎ MÛSA ANTER BI BÎR BÎNE’

Amed’de gazeteciler için ücretsiz toplu taşıma kararı Amed’de gazeteciler için ücretsiz toplu taşıma kararı

Hozan Kazo anî ziman ku piştî salên derbasbûyî gava rastî wî dîmenî hat ew gelekî bi kelecan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî salan dema min ew wêne dîtin, ez gelekî hestiyar bûm, lê di heman demê de kêfxweş jî bûm. Dilê min pir êşiya, weke xençerek li min ket. Li aliyê din ez kêfxweş bûm ku vî dîmenê ku ez û Kalê Mûsa di heman govendê de careke din anîn cem hev. Ji ber ku her kesî dîmen dîtin û her kes pir hestiyar bû. Ev ji bo min pir bi nirx û girîng bû. Piştî ku hat qetilkirin min stranek jê re got. Ji ber ku zarokên ku nehatine dinê jî divê Kalê Mûsa nas bikin. Divê tu kes Kalê Mûsa ji bîr neke. Ger Kalê Mûsa ne ewqas bi qîmet bûya, dê îro hema hema di dilê her kurdekî de hebûya? Ma wê îro jî hatiba bibîranîn? Nemirî jî ev e. Kesê ku di dilê gel de be, namire. Her kurdê cîhanê Kalê Mûsa nas dikir. Ji ber ku Kalê Mûsa gelê kurd dît û ji bo wan nivîsand. Divê her kurdek wî bi rêzdarî bibîr bîne û wî zindî bihêle.”

Kazo di dawiya axaftina xwe de strana ji bo Apê Mûsa gotibû sitirî. 

MA / Bazîd Evren - Adnan Bîlen

Kaynak: https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/253606