BEDLÎS - Mamosteyê MEDYA-DER’ê Ferhat Topbaş derheqê komeleyê de agahî dan, banga fêrbûna ziman li xelkê Bedlîsê kir û got: “MEDYA-DER mala hemû Bedlîsiyan û gel e, bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

Li bajarê Bedlîsê ku bi çanda xwe ya kurdewarî di herêmê de cihekî taybet digire, rêjeya axaftina bi kurdî gelekî lê kêm e. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê, otoasîmîlasyonê û rêgirtina li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî li Bedlîsê û navçeyên wê bi kurdî ranabin, mezin nabinû bala wan li ser kurdî kêm e. Ji bo rê li ber van polîtîkayan bê girtin xwemxûrên zimanê kurdî yên li Bedlîsê di 7’ê tîrmehê de li navçeya Tetwanê Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) ava kirin û dest bi atolyeyên zimanê kurdî kirin. Ji mamosteyên komeleyê Ferhat Topbaş têkildarî xebatên komeleyê û zimanê kurdî banga xwedî derketinê kir. 

‘MEDYA-DER BI PIŞTGIRIYA GEL HAT VEKIRIN’

Kadının kapısını kıran erk-gerici müdür açığa alındı! Kadının kapısını kıran erk-gerici müdür açığa alındı!

Mamosteyê MEDYA-DER’ê Ferhat Topbaş

Topbaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gundên Bedlîsê û da zanîn ku niha li gundan kurdî zimanê yekemîn e. Topbaş diyar kir ku ji ber zimanê tirkî zimanê danûstandinê ye li navend û navçeyên Bedlîsê axaftina kurdî lawaz dimîne û da zanîn ku xwesteka wan jî ew e ku li navend û navçeyan jî zimanê kurdî bikin zimanê yekem. Topbaş anî ziman ku MEDYA-DER bi piştgiriya gel hatiye vekirin û wiha got: “Armanca me bi vê saziyê ew e ku em zimanê kurdî dîsa belav bikin û her kes bi zimanê kurdî biaxive. Em niha li komeleyê asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dersan didin. Em du mamoste ne û du polên me hene. Mamsoteyek asta yekemîn û duyemîn, mamosteyê din jî ji bo asta sêyemîn dersan didin.” 

‘EM LI VIR KAREKÎ PROFESYONEL DIKIN’

Topbaş destnîşan kir ku her asteke wan ji 3 mehan pêk tê ankû ew perwerdehiya polekê di 3 mehan de diqedînin. Topbaş anî ziman ku ew ji bo ji xwendekaran re bibin alîkar pirtûkan jî li şagirtên xwe belav dikin û wiha berdewam kir: “Şagirtên ku astên xwe bi serfirazî xelas kirin em belgeyên mezûnbûnê didin wan. Berê KURDÎ-DER li vir hebû û gelek karên baş meşandin, lê mixabin hat girtin. MEDYA-DER nû ava bû û kêm tê zanîn. Em dixwazin bê nasîn û ne tenê xelkê Tetwanê, her wiha Bedlîs, Hîsan, Xelat û hwd. jî bên li vir perwerdehiyê bibînin. Em li vir karekî profesyonel dikin û em dixwazin gel jî bi xwestek be ji bo hînbûna zimanê xwe.”

‘WERIN DI MALA XWE DE ZIMANÊ XWE FÊR BIBIN’

Topbaş anî ziman ku ji ber ew ziman weke hebûna miletekî pênase dikin dixwazin gelê kurd jî zimanê xwe hîn bibe û di dawiyê de ev bang kir: “Em vê bangawaziyê li gelê xwe dikin, bila bên zimanê xwe hîn bibin û MEDYA-DER mala hemû xelkê Bedlîsê û mala gel e. Bila bên di mala xwe de zimanê xwe fêr bibin.”

MA / Bazîd Evren 

Kaynak: https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/256388