Doğar: Ön seçim demokrasinin oturtulması anlamında çok önemli bir parametredir Doğar: Ön seçim demokrasinin oturtulması anlamında çok önemli bir parametredir

ELÎH ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ-Nivîskarê  "Jarê"  Ramazan Kavak,  pirtûka xwe ya nû û rewşa wêjeya kurdî bi rojnameger Hamza Özkan re şîrove kir. Kavak got, têkiliya nivîskar û pirtûkên wî mîna zarok û dayîkê ne. Lêbelê "Jarê" bê dê û bav e, ew helbesteke sêwî ye...

1-Ji bo Ramazan Kavak helbest çi ye?
Helbest, etarê dil e. Hêmayên xwe ji nav tişten rojane dide hev û ji dil re tîne. Dil jî bi helwesteke xwerû û şêweyeke resen ji xwe re dihone. Çi qasî ji bo xwe honandibe jî civak jî ji vê kêferatê sûd verdigire.

2- Pirtûka we ya bi navê Jarê ji wêjeya Kurdî re pîroz be. Gelo çima Jarê?
Mirov ne tenê bi şekl û ramanên xwe bi kul, birîn û hestên xwe jî dişibe xaka xwe. Jarê, berketiyê rizandina civaka xwe ye, qîrêneke neçar e...Ji bilî herkesî ji canê xwe xeyîdiye. Dev ji her tiştî berdaye û li sedema xwekuştina xwe digere.

3- Tevî Jarê gelo we çend pirtûk nivîsandine?
Heya niha çar pirtûkên min ji weşanên Na'yê hatine weşandin. Şiverêk, Êşa genim û Jarê helbest, Rêwiyê demên windayî jî wek romanê hatiye weşandin.

4-Hûn rewşa edebiyata Kurdî çawa dibînin?
Edebiyata Kurdî jî mixabin mîna gelê xwe birîndar e. Çi qasî nivîsarên çak û xurt hebin jî ji ber sedemên polîtîk di qadeke berfireh de nayêne nirxandin. Ew jî dibe sedema qelsbûnê. Çi qasî zehmetî hebin jî ez dîsa edebiyata me ji gelek hêlan ve serkeftî dibînim. Pêvajoyeke giran li pêşiya xewmxurên kurdîhez heye.Ji bo têkiliya nivîsandin û xwendinê bi pêş bikeve divê bi mantiqekî pirsor û rêgezên zanistî rexneger hebin. Ji vî aliyî ve pêwîstî bi pêşketineke kûr heye.

5- Gelo li ser wêjeyê xebatên we hene?
Mirovekî ku rahijte qelemê vêca berpirsyar û mecbûr e ku ji bo nivîsê bixebite
.
6-Ji bo bersivên we spas û em ji we re serkeftinê dixwazin
Gelek spas ez jî ji otekilerin gundemî re serkeftinê dixwazim.