ENQERE  - Li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” qenala youtubeyê ya bi navê Şemamok hate vekirin. 

Apê Musa Anter anılacak Apê Musa Anter anılacak

Ji bo ku zarok bi hêsanî hînî kurdî bibin, li ser platforma dîmenan a dîjîtal youtubeyê qenala “Şemamokê” hate vekirin. Şemamoka ku li hemberî pirsa dayikeke kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” hate vekirin, bi zaravayê kurmancî xizmetê dide. Şemamok her wiha ji bo hînbûna kurdî ya zarokan alternatîfekê ava dike. 

Tevî ku gelek qenalên Youtubeyê hene ku ji bo zarokan bi zimanên cuda naverokê hildiberînin jî, gelek qenalên ku naverokê bi kurdî hildiberînin nînin. Şemamok di heman demê de armanc dike ku kêmasiyên li vê qadê ji holê rake. Di qenalê de tê armanckirin ku bi anîmasyon, dîmenên rengîn û stranan hînkirina kurdî hesantir bikin. Dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin qenala Şemamokê. (https://www.youtube.com/@Semamokk/featured)

Kaynak: https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/251385