‘Sınırsız Kütüphane’ sergisi ziyaretçilerini bekliyor ‘Sınırsız Kütüphane’ sergisi ziyaretçilerini bekliyor

SİİRT ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Nivîskar Mehmet Şirin BULĞA, bi romana xwe ya nû ya bi navê "GIRAVA MIRAZAN" xwînerên xwe û dîrok, dab û nêrît û vehûna çanda Kurdistan’ê digihîne hev. Ev berhema ku ji alîyê weşanên AR’ê ve hatîye weşandin, nakokîyên xwedestî yên ku ji alîyê desthilatdaran ve di navbera gelan de hatîye afirandin eşkere dike. Roman, dîroka Girava Axtermanê  bi vebêjên mîtolojîk û rasteqîn rûbarî hev dike û pêşkêşî xwîneran dike. 


Mijarên romanê û vegotin;
"GIRAVA MIRAZAN",  bi tevna mijarên civakî, siyasî, dînî û dîrokî , hêvî û bêrîyên gelên vê erdnîgarîyê tîne ziman û dibe dilbendê gelan. Ligel mebesta sêwirandina hişî, qala nirxên wek cîrantî, piştgirî û hevgirtinê jî dike. Mehmet Şirin BULĞA, bi vegotina xwe ya kûr û jidil û Kurdewar, xwînerên xwe dike rêwîyên hevbeş.
Di derbarê vê romanê de, helbestvan Selamî ESEN di pêşgotina xwe de wiha dibêje;
“ Şerê me û “bîr”a me her li dar e. Da ku neyê serê me; me dîroka xwe li bîrokeyîyê danî, me xwe jê re ker û lal kir. Lê bi hunera vegêranê, ev “bîr” divê xwe vejîne. Bîra me, bi saya hunerê dê bikaribe xwe dermale bike.
Girava Mirazan, yek ji wan romanan e ku de’w û doza vejîna vê bîrê dike. Romana du evînan e ku pala xwe dide xweşvegêrana kurdî. Evîna Şivan û Tamarê, evîna Meryem û Elîyê Qolaxasî dide pey xwe û vêkre li ser Girava Axtermanê dibişkuvin. Mehmet Şirin BULĞA, di vê romana xwe de bi zimanekî herikbar û bi vegêraneke zelal me dike şahidê van her du evînan ku tê de em ê rastî dab û nerîtên bingehîn, bûyer û çîrokên xwemalî jî bên.”