ÊLIH – ARÎ-DER'ê destnîşan kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û banga her derê bikin kurdî kir. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) ku li Êlihê xebatan dike, têkildarî heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû li kolana Gulistanê li ber Bîrdariya Mirovahiyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, Tevgera Jinên Azad (TJA9, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajêr ên DBP û DEM Partiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat vekirin.

Rêvebera ARÎ-DER'ê Leyla Kaymazê metna daxuyaniyê xwend. Kaymazê diyar kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û got: "Bi milyonan zarokên kurdan bi awayekî ji zimanê xwe yê dayikê bpar dest bi perwerdehiyê kirin. Komara Tirkiyeyê ji roja hatiye avakirin heya niha li ser esasê tunekirina kurdan polîtîkayêa xwe dimeşîne. Perwerdehî jî li ser vî esasî tê dayin." 

BANGAWAZÎ

Kaymazê bilêv kir ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê daxwazeke mirovî ye û go û got ku ew ê li dijî polîtîkayên asîmleker doza zadiya zimên bikin. 

Okullarda uyum programı yarın başlıyor Okullarda uyum programı yarın başlıyor

Kaymazê banga her derî bikin kurdî kir û got: "Divê gelê kurd zimanê xwe biparêze û ji bo pêşxistina ziman têkoşînê bilind bike."  

Kaynak: https://mezopotamyaajansi40.com/kr/HEM-NCE/content/view/252862