Di hefteya yekemîn a meha îlonê de serdema perwerdehiyê ya 2024-2025’an dest pê kir. Zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar dest bi serdema perwerdehiyê dikin û dîsa van dibistanên ku weke aşên bişaftinê tên xebitandin, wê zarokên kurd ji kurdîtiyê dûr bixin û zarokên kurd dibin biyaniyê çand û zimanê xwe.

Li Tirkiye û Kurdistanê ji pêşdibistanê, dibistana seratayî heta dibistana navîn û amadeyî 75 hezar dibistan, 200 zanîngeh,  milyon û 500 hezar mamoste û 19 milyon û nîv xwendekar hene.

Li tevahiya van dibistan û zanîngehan  zimanê tirkî li ser xwendekarên ku xwedî reng, deng û nasnameyên cûda ne tê ferzkirin, perwerdehî bi zimanê tirkî ye û xizmeta zimanê tirkî dike.

Bi dehmilyonan gelê kurd ji nedîtî ve tê û ji avabûna komara Tirkiyeyê heta vê demê yek dibistanek ji bo zarokên kurd nehatiye avakirin û bi dehmilyonan kurd ji hêla dewleta tirk ve tê înkarkirin û tune tê hesibandin.

Ev helwest û nêzîkatiya rayedarên dewleta tirk, ji avabûna komarê heta vê demê berdewam e.

Li  hemberî vê feraseta dewletê ya înkarê, gelê kurd ji salên 1990’î heta 2016’an saziyên ziman ên weke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Estîtuya Kurdî ya Amedê, Kurd-Der, Kurdî-Der û Akademiya Ziman û Wêje ya Ehmedê Xanî vekir û xwest bi van saziyan hişmendî û hişyariyeke çand û zimanê kurdî di nava gelê kurd de ava bike, çand û zimanê kurdî bipêş bixe û biparêze.

Rayedarên dewleta tirk ligel hebûna 75 dibistan û 200 zanîngehan, hebûna van çend saziyên zimanê kurdî tehemûl nekir û di sala 2016’an de bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de hem van saziyên çand û ziman û hem jî dibistanên seratayî yên Ferzad Kemanger, Bêrîvan, Dayika Uweyş ên ku gelê kurd li Amed, Cizîr û Geverê bi derfetên xwe ava kiribûn girtin, deriyên wan mor kirin, amûrên wan sazî û dibistanan desteser kirin û li bazaran firotin.

Ji sala 2017’an heta vê demê ji bo ku şûna wan saziyên ku hatin girtin dagirin, Li Amedê Med-Der, li Stenbolê Komeleya Zimanê Kurdî, li Êlihê Arî-der, li Erdîşa Wanê Komeleya Çand û ziman a Arsîsa, li Cizîrê Birca Belek li Semsûrê, Ferat-Der, li Enqereyê Anka-der, bi kedeke pîroz û bêhempa têkoşîna jiyandin, parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî dimeşînin.

Gelê kurd derbarê van saziyên ku xebat û xizmeta çand û zimanê kurdî dikin hezkirineke Mezin di dilê xwe de xwedî dike û xebatên van saziyan pîroz dibîne. Ji ber ku dizane wê van saziyan bi xebatên xwe bingeh û binesaziya perwerdehiya bi zimanê kurdî ava bikin.

Her wiha gelê kurd bi têkoşîna xwe ya dehsalan baş dizane ku ji bo parastin, pêşvebirin û mayîndebûna çand û ziman, tenê hebûn û hewldana çend sazî û komeleyan têr nake. Ji bo ku zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, pêdivî bi dehezaran dibistan û bi sedhezaran mamosteyên zimanê kurd heye.

Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd û di heman demê de nişaneya statûya siyasî ya gelê kurd e.

Bir Şehir,  Bir Hafıza ve İki Farklı Yüz; Amed Bir Şehir,  Bir Hafıza ve İki Farklı Yüz; Amed

Bi vê zanîn, bawerî û hişmendiyê, gelê kurd tu car van polîtîkayên înkar û bişaftinê qebûl nake û heta ku daxwaza xwe ya; “ji pêşdibistanê heta zanîngehê Perwerdehiya bi zimanê dayîkê pêk bîne  û vê mafê xwe yê bingehîn bi dest bixe, dê têkoşîna xwe a azadiya çand, ziman û jiyana bi rûmet, ku mafên herî însanî û gerdûnî ne,  bênavber û  bê rawestan, bi biryardarî bidomîne.

Kaynak: https://rojnameyawelat6.com/isal-ji-zaroken-kurd-ji-perwerdeya-zimane-zikmaki-bepar-histin/