NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad diyar kir ku yekitiya netewî ji bo rawestandina êrişên ser Rojava girîng û jiyanî ye û got: "Niha pêwistiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Ji bo vê jî divê em serî de yêkitiya xwe ava bikin. Konferanseke netewî lezgîn û jiyanî ye." 

Xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berdewam in. Bi taybet jî piştî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, KNK’ê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatan de ev zêdetirî du hefteye KNK li Herêma Federe ya Kurdistanê bi partî, derdorên siyasî û dezgehên ragihandinê re hevdîtinan dike. Şandeyê heta niha bi Tevgera Helwest, Waliyê Silêmaniyê, PDK-Î û gelek saziyên din re civiya û der barê yekitiya Kurdan de li nêrîn û nirxandinên wan guhdarî kir. 

690X390Cc Haber Logo Knk

 

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad têkildarî xebatên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

XEBATÊN JI BO YEKITIYÊ

Zeyneb Murad, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo avakirina yêkitiya neteweyî ya Kurd bi salane didomin û got ku tifaqiya Kurd herî zêde di vê pêvajoyê de hewce dike. Zeynep Murad, wiha domand: “Saleke beriya niha bi minesebeta sedsala Lozanê, li bajarê Lozanê konferans pêk hat û encam da. Di vê konferansê de yekitiya netewî rojeveke sereke bû. Weke KNK li ser vî esasî li wir biryar hat girtin ku di dema herî nêzîk de konferanseke netewî pêk bê. Weke KNK’ê me ji bo encamgirtina vê konferansê hin biryar dan. Şêwiren asta netewiya Kurdistanê plansazî di vê mijarê de hatin çêkirin da ku asta başûrê Kurdistanê de encam bê girtin. Her wiha heman xebat li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî hatin meşandin. Lê ji bo xebatên başûrê Kurdistanê em di nav amadekariyê de bûn ku em dibînîn bandoreke mezin li ser herêmê çêbûn. Bi taybetî saleke zêdetire şerê Îsraîl-Hamasê didome. Di heman demê de şerê Lubnanê çêbû. Guhertinên mezin ên dawî li Sûriyeyê çêbûn. Niha rewşa rojavayê Kurdistanê rewşeke aktuele. Li ser van geşedanan weke KNK’ê me biryar da ku şandeyeke di asta hevserokatiyê û rêveberiya Brûkselê de xebatekî bide meşandin. Ji bo pêkanîna şêwreke neteweyî. Niha êrişên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li wir jî di heman çarçoveyê de xebat tên meşandin. Çimkî em dizanin ku encax em bi yêkitiya xwe dikarin doza Kurd bi ser bixin. Me dixwest ku ev konferans di sala 2023'yan yan jî 2024'an de bê çêkirin.”

'PÊWISTÎ BI STRATEJIYEKE NETEWEYÎ HEYE’

Di berdewamê de Zeyneb Murad bi lêv kir ku bi avakirin û bihêzkirina tifaqiya Kurd ew dikarin pêşiya êrişên ser gelê Kurd bigirin û wiha behsa girîngiya wê kir: “Rewşa herêmê niha krîtîk e. Dijminên me li çar parçeyên Kurdistanê êriş dikin. Li Rojhilata Navîn şerekî giran heye. Rojhilata Navîn bi guherînên mezin re rû bi rû dimîne. Weke gelê Kurd gelo em van guhertinan çawa pêşwazî dikin? Di vê qonaxa krîtîk de pêwîstiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Li ser vî esasî me biryar daye ku ev şande bê avakirin, li her çar perçeyên Kurdistanê pirsgirêkên me yên navxweyî biaxivin û ji partiyên Kurd û rêxistinên Kurdî şîret bigirin. Ev xebata ku me daye destpêkirin xebateke pir girîng e. 

BI QASÎ XETEREYAN FIRSENDÊN MEZIN JÎ HENE 

Raste êriş hene, pêvçûn hene û em di rojên zehmet re derbas dibin lêbelê em dikarin weke firsendeke mezin bibînin. Me ev guhertinên mezin li Sûriyeyê dît. Piştî rûxana rejîma Esad, îdareyeke nû hat avakirin. Niha tenê statûyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ew jî Rêveberiya Xweser e. Ev rêveberiya xweser a ku 13 sal in hemû gelan di nav xwe de dihewîne niha di xetereyê de ye. Loma me ev pêwîstî dît ku em weke Kurd çawa dikarin piştgirî bidin gelê Rojava. Parastina vê statûya li rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gel û baweriyên li wir dijin. Ev qonax qonaxeke gelek hestiyare û qonaxeke çarenûsaze. Me pêwîstî dît ku em li her beşeke Kurdistanê van civînan li dar bixin. Çûyina KNK'ê ya li başûrê Kurdistanê şewrêke netewî, bi kesayetên civakî, akademîsyen, partiyên siyasî û hemû tev li vê şêwreyê bibin. Di çarçoveya vê kar û xebatê de hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin. Di van hevdîtinan de hemû partiyên siyasî di ji vê qonaxa xeternak agahdar in û bi vê hesasiyetê tevdigerin. Di vê qonaxê de gelek pêwîstî pê heye ku em bikaribin yekitiya Kurd pêk bînin."

‘Suriye geçici hükümeti Demokratik Ulus projesinden faydalanmalı’ ‘Suriye geçici hükümeti Demokratik Ulus projesinden faydalanmalı’

‘HEWCEYE HER ROLA XWE BILÎZE’

Zeyneb Murad, anî ziman ku erk û berpirsyariya herkesî ye ku di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev şer berdewam dike. Li Filistîn, Lubnanê jî didome. Diyare ku ev şer dê ber bi Yemen, Iraq û Îranê jî ve biçe. Kurdistan bi temamî di nava qada vî şerî de ye. Divê stratejiyeke me hebe ku gelê xwe di vê qonaxê de derbas bikin. Gelê Kurd îro xwedî deskeftiyên mezin e. Divê ku em bikaribin van deskeftiyên mezin biparêzin û di vê qonaxê de deskeftiyên mezintirin bi dest bixin. Ji ber ku ev derfet heye. Niha pêwistiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Ji bo vê jî divê em yêkitiya xwe ava bikin.  Di heman demê de siyaseta guhertina demografiyê li ser axa Kurdistanê tê meşandin. Şereke mezin heye û li dijî gelê me pir taybet tê meşandin. Loma ev mijar berpirsyareke mezin dide herkesekî. Di serî de rayedar û hizbên siyasî, oldar, jin, ciwan û hemû pêkhateyên Kurd divê ku di vê berpirsyariyê de bin da ku em bikaribin mafê gelê xwe bi dest bixin.” 

'DIVÊ EM DMILDEST BIRYARA KONFERANSA NETEWEYÎ BIDIN’

Zeyneb Murad, bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansa netewî ya Kurd û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ku demildest em biryara konferansa yekitiya netewî ya Kurd bidin. Em dibînin ji Emrîka heta ku hemû welatên dinyayê de îro behsa Kurdan dikin. Çimkî Kurd îro xwedî projeyên çareseriyê ne. Ne tenê ji Kurdistanê re ji tevahiya herêmê re. Herkes vê dibîne. Ev erkeke dîrokî ye û pêwîste herkes ji bo berjewendiyê netewa Kurd tevbigere. Ev şêwe dibin rê li ber tifaqiya me vedike. Berpirsyariya vê tenê nakeve ser milê hizbên siyasî dikeve ser milê herkesî ku vê erkê pêk bîne. Kar û xebatên me yên di vê çarçoveyê de didome û wê bidome. Heta ku şêwreyeke netewî tê avakirin ev xebat dê berdewam bike."

MA / Zeynep Durgut

Kaynak: https://mezopotamyaajansi41.com/kr/HEM-NCE/content/view/264392