DİYARBAKIR-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Resul Geyik Kürtçe dil öğretimine dair çalışmalarını sunduğu  “Teorîya Hînkirana Kurdî-Kurmancî” Azad Yayıncılık’tan çıktı. Dilbilimci ve yazar Resul Geyik’in “Teorîya hînkirana Kurdî-Kurmancî”: Kürt dili öğretimi Üzerine Farklı başlıkları birleştiren çalışması”ı Azad Yayıncalık’tan çıktı.

 

DİYARBAKIR-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: Resul Geyik Kürtçe dil öğretimine dair çalışmalarını sunduğu  “Teorîya Hînkirana Kurdî-Kurmancî” Azad Yayıncılık’tan çıktı.

Dilbilimci ve yazar Resul Geyik’in “Teorîya hînkirana Kurdî-Kurmancî”: Kürt dili öğretimi Üzerine Farklı başlıkları birleştiren çalışması”ı Azad Yayıncalık’tan çıktı. Geyik bu yazılarında Kürt dilini kendine has bir yöntemle tartışıyor.

Hînkirina zimên ji roja ewil heya niha ji ber ku hînkirin li gorî çand, ziman û perwerdekaran  diguhere mijara nîqaşê ye. Hînkirina Kurdî (Kurmancî) jî ji vê rewşê para xwe girtiye û di ser de jî li her herêman bi demên cuda û bi şêweyên cuda tê bikaranîn. Di vê xebatê de em ê bala xwe bidin ser perwerdehîya Kurmancî li Tirkiyeyê

Pêvajoya hînbûna zimên wekî zimanê ewil li ser rûyê dinyayê li gorî rêza guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsînê ye. Guhdarîkirin û axaftin wekî tên zanîn bi awayekî xwezayî di nav malbat û civakê de ‘xwendin’ û ‘nivîsîn’ jî bi awayekî sîstematîk di nav pergala dibistanekê de tên hînbûn. Ev rewş di zimanê kurdî de pirsgirêk e, gelek însanên li gund û bajaran mezin dibin bi hêsanî her du şîyanên ewil hîn dibin û bi kar tînin, lê ji ber ku perwerdehiya Kurmancî bi rêk û pêk, demdirêjî, sîstematîk û bifermî tune ye hînbûna zimên tê birîn û li ser her mirovî bandorên cuda derdikevin holê.