Ziman û welatê xwe me nehilbijart Heta 7 saliya xwe min hewl da ku cîhanê bi zimanê dayika xwe fêm bikim. Em li kolanê zarokên pir zimanî, pir çandîtî bûn.

 

 

 

Ziman û welatê xwe me nehilbijart
Heta 7 saliya xwe min hewl da ku cîhanê bi zimanê dayika xwe fêm bikim.
Em li kolanê zarokên pir zimanî, pir çandîtî bûn. Bi zimanê zarokê ve diaxivin, bi zimanê zarokê ve me hev û di fêm dikir. Heman çîrokê me bi zimanên cudahî guhdar dikir. Lîstik û xewnên me heman tişt bû.
Piştre, rojek me birin dibistanê. Pêşî ogretmenê awir tirş, piştre jî bi cetwelê text ya li destê wî me nas kir. Hevnasîna me ya bi Tirkî piştî van herdu buyerên kambax pêk hat.
Bavê min bi neçarî li eskeriyeyê di bin emrê de tirkî hîn bubu. Lê diya min, zimanê xwe weke agirê pêt di bin xweliyê de, germ û zindî girt û parast.
Tirkî zimanê dewletê bû.
Zimanê zindî ya dayika min, zimanê tax û kolanê, zimanê gund û malê bû: Kurdî, Ermenkî, Erebî, Suryanî…
Piştre em mezin bûn. Weke gotineke sitranê “Em gihiştin, cîhan gemar bû” usa gemar bubu cîhan.
Di eslê xwe de Cîhan gemar nebûbu.
Em mezin bûn û ji ziman û nasnameyê xwe hayîdar bûn. Hayîdar bûn di heman demê de seknekek lihember derketina hemû çewtiyan, zor û zordestiyan bû. Zanîn saz kirina yekîtiyê bû. Qêrîna demokrasî, aşitî, azadî, pirrengîtî û pirçandîtî bû. Em rastî nirxên mirovahî ya ewrenselê hatin û vê nirxan me parast.
Me ûsa kir, bêgûman.
Dema ku me xwe nas kir, fikirîn. Dema fikirîn me nivîsand. Me hewl da ku em bibin welatiyeke ronak, aqademîsyen, rojnameger-nivîskar. Me xwest ku vê cîhana heyî em biguherînin.
Îcar,fikr û zanînên me bedenên me êşand! Ew êşa cetwelê ya li destê ogretmenê awir tirş, careke din me hîs kir, di mêjiyê xwe de. Vê carê dewlet; bi binçavkirin, zîndan û heps, darizandin û ceza kirinê ve xwe da diyarkirin.
Lê belê, em ewqas pir bun ku, salona darizanê û hepsê wan têrê me nekir.
Dema em zêde bûn, êşên me jî kêm bûn. Bi xurt buna hevgirtina me ve zimanên me zêde bûn. Em gihiştin asta zarokatiyê ya pir-zimanî û pir-çandîtiyê.
Me welatê xwe û erdê xwe careke din hez kir. Me fêm kir ku, welatê me nirxeke mezine û tu carî nebe ku em wê terkê însafa zaliman bikin.
Vaye sedema berxwedanên me…
Belê zimanê xwe, welatê xwe me ne hilbirat, lê dibe ku, xweşik kirina vî welatê, vê cîhanê û vê jiyanê bi demokrasî û bi azadiyê ve, di destê me de ne û girêdayî tercîha me ne.
Ev Tercîh ya me gişa ne, bi zanîn û bi xwestekê…
İrfan Babaoglû /Amed
Nişe: Ev nivîs di komputura min de hatibu ji bîr kirin. Piştî binçavbûna min a Gulana 2017 Kompîtura min 2 sal û 3 meh di destê emniyetê de mabû. Heftiyek berê radestê min kirin. Vê nivîsê du sal berê şandibûm PENa Belçîka. Li wir bi tevî çar nivîsê ya nivîskarên ji Tirkiyeyê, weke Burhan Sonmez, Nedim Gursel û Birgul Oguz, nivîsê min jî di rojnameya Belcika ya Standaard(Bi zimanê Flemenkî), magzine MO* û Le Soir(French-Belgian) de cî girtibû.
Di dema vekirina dibistanan de, bi hêviyên ku zarokên Kurd heman êşan nekşînin, vê nivîsê li vir par dikim. Bimînin xweşiyê de.