Gelê Kurd zimanê xwe dixwaze. Gelê Kurd bi zimanê xwe ve perwerdehiya zimanê dayikê dixwaze. Gelê Kurd fam kiriye ku bi rê ya xwedî derketina zimanê xwe ji kesayetiya xwe re, ji mirovahî û netewbuyina xwe re jî xwedî derdikeve.
Ji bo vê xwesteka xwe ev sed sale berxwe dide. Ji ber vê 21 Sibatê roja zimanê dayikê îro ji bo însanê Kurd re zahf girîng e. Li ser rûyê dinyayê êdî dagirkerî, mêjokdarî ango kolonyalizmê û politîkayên wan asîmîlasyon û qedexe kirina ziman û çandan ne wek sedsala 20’an e. Gelek gel û netewên Cîhanê li gel statuya xwe ya siyasî, bi ziman û çanda xwe azad dijîn. Li gel vê rastiyê bi sedan ziman û çand îro di bin xetereya tûnebûyinê de dijîn. Lê rewşa zimanê Kurdî û zaravayên wê di nava wan de herî zêde dramatîk e. Zimanê gele Kurd weke sed salên 20 an hê jî di bin destê dagirkeran de maye û politikayê wan ê qedexekirin, bişaftin û cezakirin ji tundiya xwe tu tişt kêm nebuye.
Di sala 1947 de wexta ku dewleta Pakistanê ava bu, hikumeta Pakistan zimanê Urdî weke yek zimanê fermî qebûl kir. Gelê Rojhilata Pakîstan ango gelê Bengalî vê yekê re îtiraz kir û daw û doza zimanê xwe kir. Rêxistina Tevgerê Ziman avakirin. Mitîngan lidar xistin, meşiyan. Roja 21 Sibatê rayedarê Pakî’yan qetlîamek pêk anî. Bi dehan xwendevanên ku bi zimanê xwe çalaki pêk dianîn, kuştin. Li ser vê buyerê gele Bengalî, paşde gav neavêt, tekoşîna xwe ya ziman re hê zêdetir xwedî derket û xwesteka xwe ya siyasî û sitatuye serbixebuyin bilind kir. Rayedarê dewleta Pakî neçar ma vê xwestekê qebûl kir.
Di sala 1998 de li Qanadayê yekî welatiyên Bengalî, dijî serî li Miletê Yekbuyî dixe û daxwaz dike ku roja 21ê Sibatê ku roja qetlîama xwendekarên Bengalî bu, bibe roja tekoşîna şehîdên zimanê dayikê. Ev xwestek ji aliye UNESCO ve tê pejirandin.
Destpêka salê 2000î êdî rewşa Cîhanî jî hatibû guhartin. Polîtîkayên dij ziman, qedexekirina zimanê mirov û gelan êdî weke dij mirivahiyê dihat dîtin. Dewletên kolonyalîstan dev ji qedexekirina ziman berdabûn.
Lê ev rastiya gelemperî ya Cîhanê ji bo gelê Kurd derbas nebû. Dewleta İran, Iraq, Surî û bi taybet Tirkiye li ser gelê Kurd di qedexeya zimanê Kurdî de ısrar kir. Ev israr ne tene li ser ziman bû li ser tune kirina ziman û çanda Kurd bu.
Sala 2022. Hêna zimanê gele Kurd qedexe ye. Xebata ziman tên ceza kirin. Li îranê mamosteyên Kurdî tên Îdam kirin. Li Tirkiye qedexe kirin û tune hesibandin zagonên fermî û nefermî hemû giraniya xwe ve dewam dike. Li Surî, piştî ewkas têkçuna xwe, cardin jî di bêstatuya Rojavayê de israr dike. Di vê polîtîkayê xwe de tenê nîne. Tirkiye û îran bi hêzên xwe piştgirî dide vê polîtîkayê.
Belê roja zimanê dayikê, weke ala tekoşîna mirovahiyê destê gelê Kurd de maye. Însanê Kurd ango gelê Kurd bi vê alê ji bo rûmeta mirovahiyê, li ser navê ziman û çandên ku li tunebûn û helyabunê ve rûbirûne, bilind dike.
Dewletên kolonyalist û dagirkeran di rewşa îroyîn de nikarin qedexekirina ziman û çandan biparêzin. Ev rûreşiya mirovahiyê hemû derfetên xwe ya zagonî û dîplomatîk ve vedişêrin.
Lê gele Kurd jî bi tekoşîna demokrasî û azadiya xwe ve, rûyê wan ên reş û tarî derdixe meydanê.
Gelê Kurd weke gelê Bengalî, tenê daxwaza zimanê xwe nake. Daxwaza statuya xwe dike. Azadiya ziman, perwerdeya zimanê dayikê, xwebûn û serxwebûn wê di vê statuyê de dê jîn bibe.
Bê statü, bê pergala demokrasî an Konfederalî ziman, çand û hemû hestên welatî, di rewşa îroyîn a li Rojhilata Navîn a faşist, dîktatorî û netewperstiyê de, xeyal e.
Însanê Kurd bi rêya xwedî derketina zimanê xwe ve di esasê xwe de, hemû nirxên mirovahiyê re xwedî derdikeve.
Gelê Kurd vê rastiyê pir xweş fêm kiriye.
Daw û doz eve ku hemû partiyên siyasî, sazî û dezgeyên zimanê Kurdî û çanda Kurdî li ser vê rastiyê soz û peymanên xwe rast û durist bikin, bi hevre, bi yekdestî ala zimanê Kurdî li ser mirovahiya Cîhanê li ba bikin. Vê yeka ji bo her Kurdek şeref ê, rûmet e.
Kurdistan îro hemû Cîhan e. Cîhan jî Kurdistan e.
Îrfan Babaoglû