Rojnamegeriya Kurd wateya xwe ya bingehîn di rojnameya Kurdî de dibîne. Bi kurdî nivîsandin û xwendin rêya hizr kirin ango fikirîna kurdî jî vedike.

 

 

 

 

Rojnamegeriya Kurd wateya xwe ya bingehîn di rojnameya Kurdî de dibîne. Bi kurdî nivîsandin û xwendin rêya hizr kirin ango fikirîna kurdî jî vedike. Fêmkirina derdora xwe û cîhane ya bi Kurdî, di asîmana mêjiyê kesan de hestên aîdiyetê jî xurttir dike.
Kamîran Bedirxan ku zêdetirî sed salên berê, piştre jî Celadet Bedirxan li ser vê helwest û zanînê, di rojnameya bi Kurdî de israr kiribûn.

Dîroka rojnamegeriya kurdî pala xwe daye vê rastiya qedîm.
Heta salên nodî, ev kevneşopî, bi weşanên ne domdar û dem kurt ve her û her berdewam kir.
Lê belê, rojnameya Welat ú Azadiya Welat ku di destpêka salên nodî de dest bi weşanê kiribu, di rojnamegeriya Kurdî de wercerxek ava kir.

Wê demê gelê Kurd jî ji bo nasname û azadiya xwe tekoşîneke bê hempa dimeşand. Rojnameya kurdî ji aliyê cîvanên Kurd, rewşenbîr û gelê Kurd bi kêfxweşiyeke mezin ve hat pêşwazî kirin.
Rojnameya Azadiya Welat, di nava weşanên rojname Kurdî de herî zêde domdar bu.
Di vê pêvajoyê de du buyerên girîng pêk hat.

A yekemîn; di sala 2003 meha gulanê de cara yekemîn rojname li ciyê xwe, li welêt, li Amedê weşanê xwe domand. Piştî sed sal rojnameya Kurdî bi weşan û rêveberiyê xwe ve vegeriya ser axa xwe.
Buyerên duyemîn jî rojanebuna rojname Azadiya Welat e. Heta wê demê Azadiya Welat heftane bû. Di sala 2007 meha tebaxê de rojname êdî bû rojane.
Rojnamegeriya Kurdî, di bin siya sîyasetê û bandora wê de dima. Bin vê siyê hebuna xwe parast û weşanê xwe dom kir.

Di demeke kin şunde jî çend radyo û televîzyon dest bi weşanên Kurdî kirin. Vê rewş bi xwe jî rojnamegeriya Kurdî gihand asteke bilind.
Bi girêdayiya zext û zorê siyaseta hikumetan, yekane rojnameya kurdî, Azadiya Welat di sala 2016 de hate girtin.
Di çarçoweya plana têkbirinê de xwestin ku kurd û kurdewarî çi hebe tunne bikin. Radyo û televîzyonê Kurd hatin bêdeng kirin. Lê, gelê Kurd bi hebuna çand û zimanê xwe ve, rastiya wê ya dîrokê ve, tekoşîna xwe ya çand û ziman û lêgerîna azadiya xwe her berdewam kir.
Van rojên dawî, weke encam û navê vê lêgerînê rojnameyeke nu dest bi weşanê kir.
Rojname navê xwe ji felsefeya dîrokê digire.
Xwebun!

Ev têgeh ku mora xwe li ser tekoşîna mirovbuyinê re dabu, hem ji aliyekî kesan re xîtap dike, aliyê din jî cîvakê re...
Xwebun, rastiya dîrokê tîne îro û asta sîyaset û cîvakê re peyameke giring dide.
Yanê, her çiqas çand û zimanê te di bin xetereyê de be bila bibe, pêşiya te de çiqas zîndan, polîtikaya asîmîlasyonê ve rubiru dimîne bibe, tu bi xwe be, xwe nas bike, cîvakê xwe nas bike, dibêje.
Rojnameya bi kurdî ji bo cîwanên kurd, xwendevan, rewşenbîr û jî bo gelê Kurd ne tenê rojnameyek e. Rojname kurdî, dibistaneke çand, ziman, fikirîn û rihê netewe ye.
Gere em ûsa nêz bin.

Ji ber van sedeman, ez ûsa difikirim, gere li her malê, li her ciyê kar û li her çentê de rojnameyek bi kurdî hebe...
Bi van hest û ramanê, ez hevî dikim ku sala 2020 bibe sala kurdî. Sala nû ji gelê Kurd re û tevahî mirovahiyê re pîroz be!